6 Bi fikirîna vê yekê ez ditirsim Û bedena min dikeve sawê.
Ez ji hemû derdên xwe ditirsim, Ez dizanim, tê min bêsûc dernexî.
Bedena min dilerize ji tirsa te, Ez ditirsim ji dadbariyên te.
Tirs û lerizînê ez girtim, Sawê ez rapêçam.
Ez Xwedê bibîr tînim û dinalim, Ez difikirim û ruhê min dixeriqe.
Ez ketime, ji ciwaniya xwe ve li ber mirinê me, Min sawa te kişand, ez şaş mam.
Min bihîst û dilê min lê da, Ji gurmînê lêvên min ricifîn, Rizîbûn ket hestiyên min. Çokên min lerizîn. Lê ezê bi sebir li benda wê rojê bim Ku bibe felaketa gelê êrîşî me kir.