2 Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.”
Milyaket jê re got: “Ya Hacera cariyeya Serayê! Tu ji ku têyî û bi ku ve diçî?” Wê got: “Ez ji Seraya xatûna xwe direvim.”
Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs ji Xudan re got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.”
Rojeke din, gava hebûnên ezmanî hatin pêşberî Xudan, Îblîs jî bi wan re hat pêşberî wî.
Xudan got: “Gelo te baş dêhna xwe da Eyûb? Çimkî li dinyayê mirovekî wekî wî tuneye, mirovekî kamil û dilrast e. Ew ji Xwedê ditirse û xwe ji xerabiyê dûr dixe. Te kir ku ez beredayî wî tune bikim. Lê dîsa jî bi kamiliya xwe tevgeriya.”
Êdî ez bi we re pirr napeyivim, çimkî serokê vê dinyayê tê. Tu tiştê wî bi min re tune,
Çimkî xwedayê vê dinyayê hişê bêbaweran kor kiriye, da ku ronahiya Mizgîniya rûmeta Mesîhê ku sûretê Xwedê ye, li ser wan dernekeve.
Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne.