10 Eyûb ji jina xwe re got: “Jinên ehmeq çawa diaxivin tu jî wisa diaxivî. Emê qenciyê ji Xwedê qebûl bikin û xerabiyê qebûl nekin?” Di tevahiya van tiştan de, guneh bi lêvên Eyûb nebû.
Wî ji Adem re got: “Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir Û ji wê dara ku min ji te re gotibû ‘Divê tu nexwî’ te xwar, Ax ji rûyê te bi nalet bû. Tê di hemû rojên jiyana xwe de Bi zehmetî jê bixwî.
Dawid got: “Ya kurên Serûya! Ev ne karê we ye! Îro çima hûn neyartiya min dikin?! Ma ez nizanim ku ez padîşahê gelê Îsraêl im?! Wê îro li welatê Îsraêl mirovek jî neyê kuştin.”
Ji ber ku hemû kesên malbata kalê min mirinê heq kirine, te li ser sifreya xwe cihekî taybet da xulamê xwe. Ji vê bêtir ma heqê min ku tiştekî ji te daxwaz bikim heye padîşahê min?”
Piştî ku wî gel hejmart, Dawid xwe sûcdar dît û ji Xudan re got: “Min gunehekî mezin kir! Ya Xudan, ez lava dikim sûcê xulamê xwe bibexişîne. Min bêaqiliyeke mezin kir.”
Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne.