10 Li nav me porspî, pîr û kal hene Ku ji bavê te jî kaltir in.
Şehrezayî bi pîran re ye, Fêmdarî jî di emrê dirêj de.
Peyva mirovên ewle ji navê radike Û aqilê pîran ji serê wan distîne.
Porê spî taca rûmetê ye, Bi jiyana rast hatiye bidestxistin.
Wê li derve şûr wan bêzarok bihêle, Wê li hundir tirs û saw, xort û keçan, Zarokê berşîr û pîrên rîspî bigire.
Rojên berê bînin bîra xwe, Li ser salên qedîm bifikire. Ji bavê xwe bipirse, wê ji te re bêje, Ji kalan bipirse, wê ji te re eşkere bikin.