23 Neheqî û gunehên min çiqas in? Guneh û neheqiyên min nîşan bide.
Ezê ji Xwedê re bêjim: ‘Min sûcdar dernexe, Eşkere bike tu çima li dijî min î?
Ma tu li sûcê min digerî? Li gunehê min dikolî?
Xerabiya te mezin e Û dawiya gunehên te tuneye ne wisa?
‘Ez pak û bêguneh im, Ez bêsûc im, li ba min neheqî tuneye.
“Hînî min bikin, ezê hiş bim, Min di çi de şaşîtî kir, ji min re eşkere bikin.
Ji bo çi tu gunehên min nabexişînî Û sûcê min efû nakî? Çimkî di nêz de ezê bikevim binê axê. Tê pir li min bigerî lê ezê tunebim.”
Ey Xwedê, min sihêtî bike, dilê min binase, Min bitoklîne, bi fikrên min bizane.