17 Baş guh bidin gotina min, Bila ji guhê we dernekeve peyva min.
Wê rizgariya min ev bibe: Mirovekî xwedênenas dernekeve hizûra wî.
Va ye min doza xwe saz kir, Ez zanim ezê mafdar derkevim.
Niha giliyê min bibihîzin, Guhdariya gazinên lêvên min bikin.
“Baş guh bidin gotina min, Bila ev bibe teselîkirina we.
–Ax! Xwezî kesê guhdariya min dike hebe! Va ye mohra min, bila Karîndar bersiva min bide! Xwezî nivîsa doza ku dijminê min nivîsiye Di destê min de be!
“Lê Eyûbo! Gotina min bibihîze, Guh bide hemû peyvên min.