20 Gelo rojên min ne li ber qedandinê ne? Min berde, piçekî şahiyê bibînim.
Ezê wisa bûma, wekî ez çênebûme, Wê ez ji zikê dayikê bibirama gorê.
Destê xwe ji ser min bide alî, Bila sawa te min nebizdîne.
“Mirov ji jinekê tê dinyayê, Paşê rojên wî kêm in û tije derd in.
Çimkî hê em duh hatin dinyayê, em tiştekî nizanin, Rojên me yên li ser rûyê erdê tenê sî ne.
Ew nahêle ku ez hilmê bistînim, Ew tenê min bi êşê têr dike.
Tu çavên xwe ji ser min bide alî, Da ku ez bextiyar bibim, beriya çûna wî alî!»
Te jînek bi qasî bihuştê da min, Tişt nîne, li pêş te jîna min. Heta her kesê hêzdar, Tenê hilmek e.