18 “‘Gelo te çima ez ji zikê dayikê derxistim? Xwezî min hilma xwe ya dawî bida Û çavê kesî ez nedidîtama.
Ezê wisa bûma, wekî ez çênebûme, Wê ez ji zikê dayikê bibirama gorê.
Lê wê ronahiya çavên xeraban bitefe, Cihê reva wan tunebe Û tekane hêviya wan, hilma dawî be.”
Lê mirov dimire û tune dibe, Mirovê hilma xwe ya dawî daye, li ku ye?
Lê taristan jî nikare min bêdeng bike, Tevî ku taristana şevereşê serçavê min veşêre jî!
Ji roja ku ez çêbûm vir ve, tu ji min re bûyî destek, Te ez ji malzaroka diya min deranî û anîm dinê. Sipasiya min hergav ji te re ye.
Ax dayika min! Wey li min ku te ez anîm dinyayê! Ez bi tevahiya welêt re pevçûn û berberiyê dikim! Ne min bi deyn stand, ne jî min bi deyn da, Lê herkes nifir li min dike.
Ji xwe Kurê Mirov wek ku li ser wî hatiye nivîsîn, wê here. Lê wey li wî mirovê ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.»