11 Te goşt û çerm li min kir, Bi hestî û damaran ez honandim.
Gelo te ez wekî şîr nerijandim, Te wekî penîr ez ziwa nekirim?
Te jiyan û dilovanî dan min, Xweyîkirina te ruhê min parast.
Hundirê min te afirand, Di malzaroka dê de, te ez honandim.
Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.