3 Heft hezar pezên wî, sê hezar deveyên wî, pênc sed cot gayên wî, pênc sed kerên wî û gelek zêde xulamên wî hebûn. Li rojhilat, mirovê herî mezin ew bû.
Wî bi xwe re Seraya jina xwe, Lûtê biraziyê xwe, hemû malê xwe yê qezenckirî û xulamên xwe yên ku li Heranê bi dest xistibûn, civandin û çûn welatê Kenanê. Gava gihîşt Kenanê,
Menahêm ji hemû dewlemendên gelê Îsraêl, ji serê her kesî pêncî şekel zîv stand û da Padîşahê Aşûrê. Li ser vê yekê Padîşahê Aşûrê li wir nema û vegeriya.
Li dijî Qêdar û padîşahiyên Hasorê ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê êrîşî wan kir: Xudan wiha dibêje: “Rabin, êrîşî Qêdarê bikin, Rojhilatiyan xera bikin!
Wî ev mesele got: “Balaq ez ji Aramê, Padîşahê Moavê ez ji çiyayên rojhilat anîm. Wî got: ‘Were ji bo min naletê li ziriyeta Aqûb bîne. Were li gelê Îsraêl nifiran bike.’
Di vê navberê de Mîdyanî, Emalêqî û gelên din ên rojhilat wekî refê kuliyan li deştê belav bûbûn. Bi qasî sêlaka ber deryayê, deveyên wan nedihatin hejmartin.
Zevah û Salmunna bi artêşa wan a bi qasî panzdeh hezar zilaman re li Qarqorê diman. Tevahiya wan saxmayiyên artêşên gelên rojhilat bûn. Sed û bîst hezar zilamên çekdar ketibûn.