Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Eyûb 1:19 - Kurmanji Încîl

19 û va ye, bahozeke mezin ji aliyê din ê beriyê ve rabû û li her çar aliyên malê xist. Mal bi ser xortan ve ket û ew mirin. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Eyûb 1:19
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bavê wan Aqûb ji wan re got: “Hûn min bê zarok dihêlin. Ûsiv tuneye, Şimûn tuneye û niha hûn dixwazin Binyamîn jî bibin. Ev tişt tev tên serê min!”


Padîşah lerizî, hilkişiya odeya ser dergeh, kir nalenal, giriya û got: “Lawo Avşalom lawo! Ax lawo Avşalom! Avşalom lawo! Xwezî ji dêla te ve, ez bimirama lawo! Ax lawo Avşalom lawo!”


Yên mayî reviyan nava Afêqê. Sûrên bajêr bi ser bîst û heft hezar kesên mayî ve hilweşiya. Ben-Hadad reviya, li bajêr ket odeya malekê.


Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Kurên te û keçên te li mala birayê xwe yê mezin xwarin dixwarin û şerab vedixwarin


Eyûb rabû, xiftanê xwe çirand û porê xwe kur kir. Ew ket erdê û perizî


Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»


Gava xelkê giravê dît ku marek bi destê wî ve daleqaye ji hev re gotin: «Bêguman, ev mirov mêrkuj e; bi ser ku ew ji deryayê xilas bû jî, Heq nehişt ku ew bijî.»


Hingê hûn li gor çerxa vê dinyayê, li gor serokê hukumdariya hewayê, yanî li gor wî ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite, rêve çûn.


Şîmşon got: “Bila ez jî bi Filîstiyan re bimirim” û hemû hêza xwe da stûnan. Perestgeh bi ser hemû begên Filîstî û her kesê di hundir de hilweşiya. Hejmara kesên ku wî bi mirina xwe kuştibû, ji hejmara kesên ku wî di saxiya xwe de kuştibû, zêdetir bû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ