17 Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Kildaniyan bi sê yekîneyan êrîşî ser deveyan kir, ew birin. Wan xulam dan ber şûran. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”
Têrah malbata xwe hilda, ji Ûra Kildaniyan derket û berê xwe da riya welatê Kenanê. Pê re kurê wî Avram, bûka wî Seraya jina Avram, neviyê wî Lûtê kurê Heran hebû. Ew gihîştin Heranê û li wir bi cih bûn.