13 Rojekê, gava kur û keçên wî li mala birayê xwe yê mezin xwarin dixwarin û şerab vedixwarin,
Xudan jê re got: “Baş e. Her tiştê wî di destê te de ye, lê dest nede wî.” Îblîs ji hizûra Xudan rabû û çû.
qasid hat ba Eyûb û got: “Gava ga cot dikirin û ker jî li ba wan diçêriyan,
Kurên wî bi dorê li malên xwe ziyafet didan. Wan qasid dişandin û gazî xwişkên xwe dikirin ku werin û bi wan re bixwin û vexwin.
Pesnê xwe bi sibê nede, Çimkî tu nizanî wê ew roj çi bîne.
Çimkî mirov bi dema xwe nizane. Masî çawa dikevin torê Û çivîk dikevin dafikê, Gava dema xerab jinişkave hat, Mirov jî wisa tên girtin.
«Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişkê ve wek dafikekê bi ser we de neyê.