25 Lê gava padîşah bi van fen û fûtan hesiya, bi nivîskî ferman da ku ew fenên xerab ên ku Haman ji bo Cihûyan amade kiribûn, bên serê wî. Herwiha wî emir kir ku tevî kurên xwe bê daleqandin.
wê gavê li ezmanan bibihîze, tevbigere û xulamên xwe dadbar bike. Gunehê kesê sûcdar çi heq kiribe bidê, kesê rast jî li gorî rastiya wî mafdar derîne.
Haman qîma xwe tenê bi kuştina Mordexay neanî. Ji ber ku behsa gelê Mordexay jî jê re kiribûn, wî xwest ku tevahiya gelê Mordexay, ango hemû Cihûyên li seranserê padîşahiya Ahaşwêroş tune bike.
Ji ber ku ez û gelê min, ji bo ku em bên tunekirin, kuştin û helakirin hatin firotin. Heke em wek xulam û xadiman bihatana firotin, minê dengê xwe nekira, çimkî ji bo tiştekî wiha, hewce nedikir ku padîşah bihata acizkirin.”
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê wê singê ku li dera ewle hatiye asêkirin ji cihê xwe derkeve. Wê bê birîn û bikeve. Wê barê ku pê ve daleqandî ye jî tune bibe.” Çimkî Xudan wiha gotiye.
Gava Dawid bihîst ku Naval miriye, wî got: “Xudan pîroz be! Wî dadgeriya min kir û min li dijî Navalê ez bêrûmet kirim, parast. Xudan xerabiya Naval anî serê wî.” Piştre Dawid qasid şandin ba Avîgayilê û daxwaza zewacê lê kir.