19 Ji ber vê yekê Cihûyên gundî, yên ku li bajarên bêsûr dijiyan, çardehê meha Adarê wek roja şahî û kêfxweşiyê pîroz dikin û xwarinê pêşkêşî hev dikin.
Li her herêmê û li her bajarê ku gotin û fermana padîşah gihîştê, di nav Cihûyan de şahî û kêfxweşî peyda bû. Çawa ku cejn be, şahî hatin lidarxistin. Di nav gelên welêt de gelek kes bûn Cihû. Çimkî tirsa Cihûyan ketibû dilê wan.
Ji ber ku wan rojan, Cihû ji dijminên xwe rizgar bûne û di wê mehê de kul û kederên wan bûne şahî, şînên wan bûne kêfxweşî. Mordexay nivîsî ku wan rojan bikin rojên şahiyan, xwarinê bidin hev û diyariyan pêşkêşî hejaran bikin.
“Heke birayekî ku di nav we de li bajarên welatê ku Xwedayê we Xudan dide we hejar hebe, hûnê dilê xwe hişk nekin. Destê xwe ji birayê xwe yê hejar re negirin,
Hûnê li hizûra Xwedayê xwe Xudan, bi kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe, Lêwiyiyên li bajarên xwe, xerîbên nav xwe û bi sêwî û jinebiyên xwe re li dera ku wê Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre, şa bibin.
Yên ku li ser rûyê erdê rûdinin wê li ser wan şa bibin û wê gelek dilgeş bibin û ewê diyariyan ji hev re bişînin. Çimkî van herdu pêxemberan ezab didan wan ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin.
Ji xulamên xwe bipirse, wê ji te re bêjin. Ji wan re keremdar be. Çimkî ew di rojeke şahiyê de hatine ba te. Tişta ji destê te bê, bide xulamên xwe û kurê xwe Dawid.’”