13 Esterê got: “Heke bi dilê padîşah be, bila Cihûyên li Sûsayê, fermana te ya îro sibê jî pêk bînin. Bila cendekên her deh kurên Haman jî bên daleqandin.”
Dawid ew dan destê Gîvoniyan. Gîvoniyan ew li çiya, li hizûra Xudan daleqandin. Her heft jî hema wî çaxî, di cih de mirin. Ew di rojên destpêka dirûtina ceh de hatin kuştin.
Di van nameyan de padîşah destûr da Cihûyan ku li her bajarî, di roja sêzdehê meha Adarê de ku dibe meha duwanzdehan, li tevahiya herêmên Ahaşwêroşê Padîşah bicivin
Mesîh, em bi berdêl ji nifira Şerîetê kirrîn û rizgar kirin. Ew ji bo me ket bin nifirê; çimkî hatiye nivîsîn: «Her kesê ku bi dar ve daleqandî ye, di bin nifirê de ye.»
wê kuştî bi şev bi darê ve daleqandî nemîne. Tê esse hema wê rojê wî veşêrî. Çimkî kesê hatiye daleqandin di bin nifira Xwedê de ye. Tê welatê ku Xwedayê te Xudan bi milkî dide te qirêj nekî.