9 Wan bidin destê serekên mezin ê padîşah. Bila ew serwer cil û bergan li wî mirovî bike, li hêsp siwar bike, li meydana bajêr bigerîne û bike gazî û bêje: ‘Padîşah mirovekî wiha rûmetdar dike.’”
Padîşah ji Haman re got: “De ka rabe, li gorî gotina xwe cil û bergan û hêsp bîne, tiştên ku te gotin yek bi yek ji bo Mordexayê Cihû bike. Ew niha li ber dergehê padîşah e. Tu kêmahiyan di van gotinên xwe de nehêle.”
Gava Haman hat, padîşah jê re got: “Ka bêje! Ji bo kesekî ku padîşah wî rûmetdar bike, divê em çi bikin?” Haman di dilê xwe de got: “Ma ji min pêve wê padîşah bixwaze kê rûmetdar bike?”
Ya Siyona keç, gelek şa be! Ya Orşelîma keç, biqîre! Va ye padîşahê te ber bi te ve tê! Ew rast e û rizgar dike. Ew nefsbiçûk e û li kerê, Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe.