Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ester 6:3 - Kurmanji Încîl

3 Padîşah got: “Ji ber vê kiryarê, Mordexay çawa hat rûmetkirin, çi xelat danê?” Xizmetkarên wî jê re got: “Tu tişt ji bo wî nehat kirin.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ester 6:3
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê sermeyger Ûsiv neanî bîra xwe û ew ji bîr kir.


Dawid got: “Kesê pêşî êrîşî Yevûsiyan bike, wê bibe serek û fermandar.” Yoavê kurê Serûya pêşî çû û bi vî awayî bû serek.


Ji qeydan kifş bû ku Mordexay giliyê du dergevanên berdestiyên padîşah Bîgtan û Tereşê nemêr kiribû. Çimkî wan şêwra kuştina Padîşah Ahaşwêroş kiribûn.


Di vê navberê de padîşah got: “Ka binêrin kî li van dera heye?” Wê gavê Haman ketibû hewşa derve ya qesrê. Wî darekê daçikandibû û hatibû ku ji padîşah bixwaze Mordexay bi darê ve bê daleqandin.


Li bajêr zilamekî feqîr û şehreza hebû. Wî bi şehrezayiya xwe bajar xilas kir. Lê belê tu kesî ev zilamê feqîr bi bîr neanî.


Min bihîst ku tu dikarî şirove bikî û siran vekî. Niha heke tu vê nivîsê bixwînî û şirove bikî, wê kincên binevşî li te bên kirin û gerdeniya zêrîn bixin stûyê te. Tê li welêt bibî serwerê sisêyan.”


Paşê Bêlşassar ferman da û kincên binevşî li Daniyêl kirin û gerdeniya zêrîn xistin stûyê wî. Wî li ser padîşahiyê kirin kesê sisêyan.


Wî bi dengekî bilind gazî kir ku ew falbaz, stêrnas û şehrezayên Babîlê bînin. Wî ji şehrezayên Babîlê re got: “Kî ji we vê nivîsê bixwîne û şirove bike, wê kincên binevşî lê bê kirin, gerdeniyeke zêrîn bikeve stû. Wê ew bibe serwerê welêt ê sisêyan.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ