11 Haman rabû cil û berg û hesp hilda, cil û berg li Mordexay kir, ew li hêsp siwar kir û li meydana bajêr gerand. Diçû û dihat, dikir gazî: “Padîşah mirovekî wiha rûmetdar dike.”
Padîşah ji Haman re got: “De ka rabe, li gorî gotina xwe cil û bergan û hêsp bîne, tiştên ku te gotin yek bi yek ji bo Mordexayê Cihû bike. Ew niha li ber dergehê padîşah e. Tu kêmahiyan di van gotinên xwe de nehêle.”
Mordexay bi cil û bergê padîşahiyê ku ji rengên spî û şînê tarî pêk hatiye, di serî de taceke mezin a zêrîn, bi xiftaneke tenik ê ji kitanê binevşî ji ba padîşah derket. Dengê şahî û kêfxweşiyê ji bajarê Sûsayê bilind bû.
Wê kurên zordarên te Werin û serê xwe li ber te bitewînin. Hemû kesên ku tu kêm dîtî, Wê xwe bavêjin ber lingên te Û wê ji te re bêjin: ‘Bajarê Xudan, Siyona ku ya Pîrozê Îsraêl e.’
Va ye, hinek ji kinîşta Îblîs hene. Ew ne Cihû ne, lê bi derew ji xwe re dibêjin Cihû. Ezê wisa bi wan bikim, ku ewê bên û li ber lingên te herin ser çokan û wê bizanin ku ez ji te hez dikim.