Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ester 4:8 - Kurmanji Încîl

8 Herwiha wî nûsxeyeke nivîseke li ser tunekirina Cihûyan da wî ku li Susayê hatiye belavkirin. Mordexay xwest ku ew kes wê nîşanî Esterê bide û li ser wê pê re biaxive. Mordexay dixwest Ester here ba padîşah û ji bo gelê xwe jê hêvî û lava bike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ester 4:8
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çawa ku Mordexay lê emir kiriye, Esterê hê behsa gel û ziriyeta xwe nekiribû. Ester her wekî rojên berê, niha jî bi gotina Mordexay dikir.


Hatak çû û gotinên Mordexay ji Esterê re got.


Ezê çawa debar bikim gava xerabiyek bi serê gelê min de bê? Ezê çawa debar bikim gava bibim şahida kuştina gelê xwe?”


Ez mafdar jî bim, min bersiva wî nedida, Ji bo rehmê min ji dadgerê xwe lava nedikir.


Ji bo Orşelîmê aştiyê bixwazin: «Yên ku ji te hez dikin, bila di rihetiyê de bin!


Dilê padîşah coya avê ye ku di destê Xudan de ye, Bi ku ve bixwaze, dişîne wê derê.


Heke hêrsa serwer li dijî te rabûbe, Tu bêhna xwe fireh bike, Çimkî nermbûn sûcên mezin dinixême.


Hêrodês li Sûr û Saydayiyan gelek hêrs bûbû. Hingê ew hemû bi hev re hatin, piştî ku Bilastos şahneyê padîşah kişandin aliyê xwe, lihevhatin xwestin. Çimkî welatê wan ji aliyê xwarinê ve bi welatê Hêrodês ve girêdayî bû.


Li ber Xwedayê ku jiyanê dide hemû afirînan û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiya qenc da, ez tembîh li te dikim


Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ