5 Li ser vê yekê Esterê gazî Hatak kir. Hatak xadimkirî bû ku padîşah xistibû xizmeta Esterê. Wê jê xwest ku here, sedema vê yekê ji Mordexay bipirse.
Roja heftan, padîşah bi şerabê kêfxweş bû. Wî ji Mehûman, Bîzta, Harbona, Bîgta, Avagta, Zêtar û Karkasê ku heft nemêrên qesrê bûn xwest
Lê Waştiya Şahbanû emrê padîşah ê ku bi riya nemêrên qesrê dabû red kir û neçû. Ji ber vê yekê padîşah hêrs bû. Xezeba wî tê de har bû.
Esterê ji Hatak re got ku vegere, ji Mordexay re wiha bêje:
Keçik û axayên haremê yên Esterê hatin û behsa meselê jê re kirin. Estera Şahbanû gelekî xemgîn bû. Wê cil ji Mordexay re şandin ku lê bikin û çûx jê bêxin, lê wî qebûl nekir.
Hatak rabû çû meydana ku diçe ber dergehê qesrê ba Mordexay.
Hatak çû û gotinên Mordexay ji Esterê re got.
Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn.
Eger endamek êşê bikişîne, hemû endam bi wî re êşê dikişînin. Eger siyaneta endamekî bê girtin, hemû endam bi hev re şa dibin.
Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre.
Çimkî Serokkahînê me ne wisa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin.