3 Li her herêma ku gotin û fermana padîşah gihîştê, Cihû ketin nav şîneke mezin, giriyan, rojî girtin û li xwe xistin. Gelek kesên ji wan çûx li xwe kirin û xwe li ser xweliyê gevizandin.
Di roja sêzdehê meha pêşî de, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Li gorî her tiştê ku Haman emir kir, bi nivîsîna her herêmê û bi zimanê her gelî ji setrabên padîşah, waliyên bajaran û serekên miletan re fermanek hat nivîsandin. Li ser fermanê, nav û mora Ahaşwêroşê Padîşah hebû.
“Here û tevahiya Cihûyên li Sûsayê bicivîne, ji bo min rojiyê bigirin. Sê şev û sê rojan ne bixwin, ne jî vexwin. Ez û xizmetkarên xwe jî, emê rojî bigirin. Paşê tevî ku ne li gorî qanûnê ye jî, ezê herim ba padîşah. Ez bimirim jî, ne xem e.”
Keçik û axayên haremê yên Esterê hatin û behsa meselê jê re kirin. Estera Şahbanû gelekî xemgîn bû. Wê cil ji Mordexay re şandin ku lê bikin û çûx jê bêxin, lê wî qebûl nekir.
ku rojên diyarkirî yên Pûrîmê erê bikin. Gel, li gorî fermana Mordexayê Cihû û Estera Şahbanû kir. Wan bi xwe jî, ji bo xwe û ziriyeta xwe biryar dabû ku şînê bikin û rojiyê bigirin.
Ma rojiya ku min hilbijart ev bû? Ma roja ku mirov canê xwe nizim dike, wiha dibe? Ma divê mirov wekî zilê, serê xwe bitewîne Û li ser çûx û xweliyê rûne? Ma ji vê re hûn dibêjin rojî Û roja ku Xudan razî dibe?