Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ester 4:11 - Kurmanji Încîl

11 “Hemû karmendên padîşah û miletên ku li herêmên wî rûdinin dizanin ku bêyî ku hatibe gazîkirin ji bo her kesê ku dikeve hewşa hundir a qesrê û nêzîkî padîşah dibe tenê rêzikek heye: Heta ku padîşah gopalê xwe yê zêrîn dirêj neke û canên wan nebexişîne, ew kes tên kuştin. Ev sî roj in ku ez jî, ji bo hizûra padîşah nehatime gazîkirin.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ester 4:11
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Heke bi dilê padîşah be, bila fermanekê derxe. Bila ev ferman li qanûnên Pars û Medan bên zêdekirin ku nayên guhertin. Wê careke din Waştî neyê ba padîşah. Bila padîşah şahbanûtiya wê bide jineke din ku jê çêtir e.


Keçika ku êvarê diçû ba padîşah, dotira rojê dihat harema diduyan ba axayê haremê Şaeşgaz. Ew ji cariyeyan berpirsiyar bû. Keçika ku padîşah bi navê wê gazî nedikir û ne bi dilê wî bû, careke din nikaribû here ba padîşah.


Esterê ji Hatak re got ku vegere, ji Mordexay re wiha bêje:


Gava ev gotinên Esterê jê re hatin ragihandin,


Di vê navberê de padîşah got: “Ka binêrin kî li van dera heye?” Wê gavê Haman ketibû hewşa derve ya qesrê. Wî darekê daçikandibû û hatibû ku ji padîşah bixwaze Mordexay bi darê ve bê daleqandin.


Padîşah gopalê xwe yê zêrîn dirêjî Esterê kir. Ester jî rabû ser xwe û li ber padîşah sekinî.


Lê heke hûn şiroveya xewna min nekin, ji bo we cezayek heye. Bi hêviya ku rewşa wê biguhere, we di nav xwe de li hev kiriye ku ji min re gotinên xelet û derew bêjin. Niha xewna min ji min re bêjin û ezê bizanim hûn dikarin şirove bikin.”


Mêrno, bila bi vî awayî her yek di jiyana bi jina xwe re fêmdar û têgihîştî be, ji jina ku naziktir e re hurmetê bikin, çimkî ew bi xwe jî wêrisên kerema jiyanê ne. Wisa ku ji duayên we re asteng dernekeve.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ