1 Piştî ku Mordexay ji wan tiştan haydar bû, cilên xwe çirand, çûx li xwe kir û xwelî bi ser xwe de kir. Bi dengekî bilind kir qîrîn û hewar û nalîneke kûr çû nava bajêr.
Li her herêma ku gotin û fermana padîşah gihîştê, Cihû ketin nav şîneke mezin, giriyan, rojî girtin û li xwe xistin. Gelek kesên ji wan çûx li xwe kirin û xwe li ser xweliyê gevizandin.
Ma rojiya ku min hilbijart ev bû? Ma roja ku mirov canê xwe nizim dike, wiha dibe? Ma divê mirov wekî zilê, serê xwe bitewîne Û li ser çûx û xweliyê rûne? Ma ji vê re hûn dibêjin rojî Û roja ku Xudan razî dibe?
«Wey li te Xorazînê! Wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku li nav we hatin kirin, li Sûr û Saydayê bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî û xweliyê de tobe bikira.