7 Bi navê Hadassa dotmameke Mordexay hebû. Wî ew wek keça xwe mezin kiribû. Ji ber ku dê û bavê wê tunebû. Keçikeke pir bedew û delal bû. Navê wê ya din Ester bû.
“Niha herdu kurên te yên ku beriya hatina min li welatê Misrê ji te re çêbûne, yên min tên hesibandin. Wekî ku Rûbên û Şimûn ên min in, wê Efrayîm û Minaşşe bibin ên min.
Dor hat Estera keça Avîhayîlê mamê Mordexay. Mordexay çawa ku keça wî be Esterê mezin kiribû. Esterê ji bilî tiştên ku axayê haremê Hêgay pêşniyar kiribûn, tiştekî din nexwest. Dilê hemûyan bi Esterê xweş bû.
Wê rojê Ahaşwêroşê Padîşah mal û milkên Hamanê neyarê Cihûyan da Estera Şahbanû. Mordexay jî li hizûra padîşah hat qebûlkirin, çimkî Esterê gotibû ku ew pismamê wê ye.