18 Paşê padîşah ji bo navê Esterê ziyafeteke mezin da. Hemû serek û karmend hatibûn vê ziyafetê. Padîşah li hemû bajaran cejn û şahî kir û layîqî navê xwe diyarî belav kirin.
Ji ber ku wan rojan, Cihû ji dijminên xwe rizgar bûne û di wê mehê de kul û kederên wan bûne şahî, şînên wan bûne kêfxweşî. Mordexay nivîsî ku wan rojan bikin rojên şahiyan, xwarinê bidin hev û diyariyan pêşkêşî hejaran bikin.
Ez ketim bexçeyê xwe, dotmama min, bûka delal! Min mûra xwe da hev bi biharata xwe, Min şana xwe, tevî hingivê xwe xwar. Min şeraba xwe, tevî şîrê xwe vexwar. Hevalno bixwin, vexwin! Ji hezkirinê kêfxweş bin, evîndarno!
Yên ku li ser rûyê erdê rûdinin wê li ser wan şa bibin û wê gelek dilgeş bibin û ewê diyariyan ji hev re bişînin. Çimkî van herdu pêxemberan ezab didan wan ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin.
Hingê milyaket ji min re got: «Binivîse: ‹Xwezî bi wan ên ku ji bo ziyafeta daweta Berx hatine vexwendin!›» Û ji min re got: «Evên ha peyvên Xwedê yên rast in.»
Ji xulamên xwe bipirse, wê ji te re bêjin. Ji wan re keremdar be. Çimkî ew di rojeke şahiyê de hatine ba te. Tişta ji destê te bê, bide xulamên xwe û kurê xwe Dawid.’”