Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ester 2:15 - Kurmanji Încîl

15 Dor hat Estera keça Avîhayîlê mamê Mordexay. Mordexay çawa ku keça wî be Esterê mezin kiribû. Esterê ji bilî tiştên ku axayê haremê Hêgay pêşniyar kiribûn, tiştekî din nexwest. Dilê hemûyan bi Esterê xweş bû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ester 2:15
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Keçika ku êvarê diçû ba padîşah, dotira rojê dihat harema diduyan ba axayê haremê Şaeşgaz. Ew ji cariyeyan berpirsiyar bû. Keçika ku padîşah bi navê wê gazî nedikir û ne bi dilê wî bû, careke din nikaribû here ba padîşah.


Ester di heft saliya Ahaşwêroşê Padîşah de, meha Têvêtê ku meha dehan e, birin qesrê, ba padîşah.


Herwiha bila padîşah li hemû bajarên padîşahiya xwe karmendan peywirdar bike ku hemû keçikên ciwan û spehî bînin harema qesra Sûsayê, bin desthilatiya Hêgayê nemêr. Ji bo xemilandina wan her tiştê ku pêwist e, bila bidin wan.


Wê rojê Ahaşwêroşê Padîşah mal û milkên Hamanê neyarê Cihûyan da Estera Şahbanû. Mordexay jî li hizûra padîşah hat qebûlkirin, çimkî Esterê gotibû ku ew pismamê wê ye.


Estera şahbanûya keça Avîhayîl bi Mordexayê Cihû re, nameyeke diduyan a derbarê Pûrîmê de bi desthilatiyeke xurt nivîsand.


Tirsa Xudan şîreta şehrezayiyê ye, Nefsbiçûkî şertê pêşî yê rûmetê ye.


Lê kevoka min a bêqisûr, yekta ye. Ew yektaya diya xwe ye, Bîbika çavê dayika xwe ye. Keçikên ew dît, got: “Xwezî bi wê.” Şahbanû û cariyeyên ew dît û pesnê wê da.


Ez dîwar im, Memikên min jî bircên wê ne. Loma li ber çavê wî Ez bûm ya ku rihetiyê tîne.


û ew ji hemû tengahiyên wî rizgar kir û li ber Firewn, yanî padîşahê Misrê kerem û şehrezayî da wî. Firewn jî ew li ser Misrê û li ser hemû mala xwe kir şahne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ