Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ester 2:12 - Kurmanji Încîl

12 Dema kîjan keçikê dihat, derdiket hizûra Ahaşwêroşê Padîşah. Lê divê duwanzdeh mehên keçikê derbas bibûna ku di wê demê de keçik dihat amadekirin. Ji bo her keçikê, şeş mehan rûnê mûrê, şeş mehan jî bêhnên xweş û misk li wan dihatin kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ester 2:12
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Mordexay dixwest rewşa Esterê bizanibe û çawa pê re didin û distînin hîn bibe. Loma her roj di ber hewşa haremê re diçû û dihat.


Her keçika ku dora wê ya çûn ba padîşah dihat, ji haremê her tiştê ku dixwest bi xwe re dibir qesra padîşah.


Herwiha bila padîşah li hemû bajarên padîşahiya xwe karmendan peywirdar bike ku hemû keçikên ciwan û spehî bînin harema qesra Sûsayê, bin desthilatiya Hêgayê nemêr. Ji bo xemilandina wan her tiştê ku pêwist e, bila bidin wan.


Hêgay Ester eciband û bala xwe zêdetir da ser wê. Ji bo xwarin û bedewiya wê, wî her tiştê ku lazim bû da wê. Herwiha wî ji qesra padîşah heft xizmetkarên bijare dan xizmeta wê. Wî Ester û xizmetkarên wê, li cihê herî xweş ê haremê bi cih kirin.


Min mûr, ûd û darçîn, Bi ser nivîna xwe de wer kir.


Ev kî ye, ji çolê tê? Kî wekî stûna dûyê, Bi her cure biharata bazirganiyê, Bi mûr û guniyê Bêhn lê bûyiye?


Wê di şûna bêhna xweş de bêhna pîs, Di şûna piştênkê de benik, Di şûna lûrelûra keziyan de serê keçel, Di şûna cil û bergên bixemil de çûx, Di şûna bedewiyê de daxkirin hebe.


Tu bi rûnên bêhnxweş çûyî ba Molekê îlah Û te bêhnên xwe zêde kirin, Te qasidên xwe şandin derên dûr, Te heta diyarê miriyan xwe nizim kir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ