17 Çimkî ev kiryara şahbanûyê wê here guhê hemû jinan û wê bêjin: ‘Ahaşwêroşê Padîşah emir da ku Waştiya Şahbanû bînin ba wî, lê ew neçû’ û bi vî awayî wê mêr di çavên jinên xwe de kêm bibin.
Gava Sindoqa Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah li hizûra Xudan direqise û lotikan davêje, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.
Memûxan li pêş padîşah û giregiran got: “Waştiya Şahbanû ne tenê li dijî padîşah sûc kir, wê li dijî hemû serekan û gelên li hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah sûcdar e.