Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Efesî 5:27 - Kurmanji Încîl

27 da ku Civînê bi rewneqiya wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike, ku tu leke an qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

27 ku civînê li ber Xwe qeşeng bide sekinandinê, ku tʼu lekʼe yan qerçʼimok, yan tiştekî mîna van ser tʼunebe, lê paqij û bêqusûr be.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

27 кӧ щьвине ль бәр Хԝә ԛәшәнг бьдә сәкьнандьне, кӧ тʼӧ ләкʼә йан ԛәрчʼьмок, йан тьштәки мина ван сәр тʼӧнәбә, ле паԛьж у беԛӧсур бә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 گو وِسا کلیسایه ناو وه شُکوه و عَظمَته دا پِشکِشی خو گَت. گو چه لَکَ آن قَرموشَگ آن چه عَیبه دی چه نَبیت بَلگو کلیسا مُقدس و به عَیب بیت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Efesî 5:27
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Keça padîşah di hundir de, bi berzî û biriqandin, Lîbasê wê bi zêran hatiye honandin.


Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê:


Her dera te delal e, yara min, Tu qisûra te tuneye.


Tê di destê Xudan de bibî taca xweş, Di destê Xwedayê te de bibî tacegula padîşahiyê.


Wê ev bajar ji bo min û hemû miletên dinyayê yên ku tevahiya qenciya ez bi wan dikim bibihîzin, bibe navekî şahî, berzî û pesindanê. Wê ji ber hemû xêr û qenciya ku ez didim wan, bitirsin û bilerizin.’


Ez bi hesûdiya Xwedê ji bo we hesûd im, çimkî min hûn ji mêrekî tenê re, ji Mesîh re nîşan kirin, da ku ez we wek keçikeke pak pêşkêşî wî bikim.


Çimkî em dizanin: «Xwedayê ku Xudan Îsa rakir, wê me jî bi Îsa re rake û bi we re derîne ber xwe.»


Wî em ji beriya damezrandina dinyayê bi Mesîh bijartin, da ku em li ber wî di hezkirinê de pîroz û bêleke bin.


Lê niha wî hûn bi mirina Mesîh a di bedenê de, bi xwe re li hev anîn, da ku we li ber xwe pîroz, bêleke û bêqusûr derxe.


Îcar em wî didin bihîstin, em şîretan li her kesî dikin û bi hemû şehrezayiyê her kesî hîn dikin, da ku em her kesî di yekîtiya Mesîh de gihîştî pêşkêş bikin.


De bila Xwedayê aştiyê bi xwe we bi tevahî pîroz bike û hemû ruhê we, canê we û bedena we ji bo hatina Xudanê me Îsa Mesîh, bêqusûr bê parastin.


hingê xwîna Mesîhê ku bi Ruhê herheyî xwe bêleke pêşkêşî Xwedê kiriye, wê hê çiqas zêdetir wijdana me ji kirinên mirî paqij bike, da ku em biperizin Xwedayê jîndar!


lê belê bi berdêla xwîna Mesîh a hêja û wek berxekî bêleke û bêkêmahî hûn hatine kirrîn.


Ji ber vê yekê hezkirîno, madem ku hûn li hêviya van tiştan in, xîretkêşiyê bikin ku hûn li ber wî bêleke, bêkêmahî û di aştiyê de bin.


xwe di hezkirina Xwedê de bigirin û ji bo jiyana herheyî li hêviya rehma Xudanê me Îsa Mesîh bimînin.


Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;


Yên ku bi jinan re nelewitîne ev in. Çimkî keçên keçîn-kurên kurîn in. Ev ew in ku Berx bi ku derê ve here, li pey wî diçin. Evên ha berê pêşî ne ku ji bo Xwedê û ji bo Berx ji nav mirovan hatine kirrîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ