16 Her cara keskesor derkeve, ezê wê bibînim û wê peymana herheyî ya di navbera Xwedê û hemû beşer û cureyên jîndarên li ser erdê hatiye danîn de, bi bîr bînim.”
Hem yê ku li mala te çêdibe û hem jî yê ku bi pereyê te tê kirîn, esse divê bê sinetkirin. Ev nîşana bedena we, wê her û her bibe nîşana peymana navbera min û we.
Mala min jî bi Xwedê re ma, ne wisa ye? Bi min re peymaneke heta hetayê çêkir, Peymaneke bi her awayî tekûz û ewle. Ew herdem esse min rizgar dike, Daxwazên min bi cih tîne.