8 Cotên heywanên helal û heram, cotên teyran û cotên hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin,
Ji bo ku bi te re sax bimînin, tu ji her cureyên jîndaran, ji hemû beşerê cotekî, yek nêr, yek mê, bi xwe re bixe gemiyê.
Wê ji her cureyên teyran, heywan û afirîdên ku bi erdê ve dişêlin cotek bên ba te ku sax bimînin.
Bi wan re li gorî cureyên xwe hemû heywanên kovî, hemû heywanên kedî, hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û her cureyên teyran ketin gemiyê.
Ji hemû heywanên ku helal in heft cot nêr û mê, ji yên heram cotek nêr û mê
û ji her cure teyrên ezmanan heft cot nêr û mê hilde ku hebûna xwe li ser tevahiya rûyê erdê berdewam bike.
cot bi cot nêr û mê hatin ba Nûh û ketin gemiyê, çawa ku Xwedê li Nûh emir kiribû.
Di hundirê wê de her cûreyê heywanên çarpê, heywanên ku dişêlin û teyrên ezmên hebûn.