Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Destpêk 7:23 - Kurmanji Încîl

23 Her jîndarên li ser rûyê erdê hatin rakirin. Ji mirovan bigire heta heywanan, heta afirîdên ku dişêlin û heta teyrên ezmanan jî, ji ser rûyê erdê hatin rakirin. Tenê Nûh û yên pê re siwarê gemiyê bûbûn, rizgar bûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Destpêk 7:23
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Va ye, ezê li ser rûyê erdê tofanê rakim û hemû jîndarên di bin ezmanan de ku hilma jiyanê bi wan re heye tune bikim. Wê her bedena li ser rûyê erdê helak bibe.


Nûh bi jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe re ji gemiyê derket.


Wê te ji şeş tengasiyan rizgar bike, Cara heftan bela nêzîkî te nabe.


Yê ku, li stara Yê Herî Berz rûdinê, Wê di bin siya Karîndar de aram be.


Li ba te hezar, Li milê te yê rastê deh hezar bikevin jî, Lê ew nêzikî te nabe.


Di roja xezebê de serwet bi kêrî tiştekî nayê, Lê rastî ji mirinê rizgar dike.


Îcar evên ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.»


Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê.


Van ruhan berê, yanî di dema Nûh de, çaxê ku gemî dihat çêkirin û Xwedê bi bîhnfirehî sebir dikir, neguhdarî kir. Di wê gemiyê de çend kes, yanî heşt nefs ji avê derketin, xilas bûn.


Xwedê dinya berê jî nedirixand, lê çaxê wî tofan bi ser dinya nepakan de anî, wî bi tenê Nûh ê ku peyvbêjê rastdariyê bû û heftên din parastin.


Xudanê ku bi vî awayî kir, dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike û yên ku neheqiyê dikin,


Û bi avê, dinya berê bi tofanê helak bû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ