14 Bi wan re li gorî cureyên xwe hemû heywanên kovî, hemû heywanên kedî, hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û her cureyên teyran ketin gemiyê.
Xwedê cinawirên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên di avê de tevdigerin û teyrên ku difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.
Xwedê got: “Bila erd li gorî cureyên wan afirîdên jîndar, heywanên kedî, afirîdên bi erdê ve dişêlin û heywanên kovî derîne.” Wisa jî bû.
Ji bo ku bi te re sax bimînin, tu ji her cureyên jîndaran, ji hemû beşerê cotekî, yek nêr, yek mê, bi xwe re bixe gemiyê.
Hema wê rojê Nûh bi kurên xwe Sam, Ham û Yefet, bi jina xwe û bi her sê bûkên xwe re ket gemiyê.
Ji hemû beşera ku hilma jiyanê bi wan re hebû, cot bi cot hatin ba Nûh û ketin gemiyê.