7 Xudan got: “Ezê mirovên ku min afirandine, tevî heywan, afirîdên bi erdê ve dişêlin û teyrên ezmanan ji ser rûyê erdê rakim. Çimkî ez poşman bûm ku min ew afirandin.”
Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.
Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke.
Wê di roja xezeba Xudan de Zîvên wan jî, zêrên wan jî Wê nikaribe wan rizgar bike. Di agirê xîreta Xudan de Wê tevahiya welêt bê daqurtandin. Çimkî wê hemû şêniyên welêt ber bi dawiyê, Ber bi dawiyeke tirs û sawê ve bibe.
“Ezê mirov û heywanan rakim, Ezê teyrên ezmanan û masiyên deryayan, Zilamên xerab û dafikên wan ên gunehan rakim. Ezê ji ser rûyê erdê mirovan helak bikim.” Ev e gotina Xudan.
Wê wisa bibe ku çawa Xudan bi qenckirin û zêdekirina we şa bû, wê di tunekirin û helakirin we de jî ewqas şa bibe. Hûnê ji ser wê axa ji bo ku ji xwe re bikin milk diçinê, bên rakirin û avêtin.
Wê Xudan nexwaze kesekî wiha bibexişîne. Wê hêrs û xîreta Xudan wekî dûyê li dijî wî bilind bibe û hemû naletên di vê nivîsê de hatiye nivîsandin bên serê wî. Wê Xudan navê wî ji ser rûyê erdê rake.
“Ez poşman bûm ku min Şawûl kir padîşah. Çimkî êdî ji pey min vegeriya û gotinên min bi cih neanî.” Hêrsa Samûêl rabû û tevahiya şevê hewar û gaziyê xwe bir Xudan.