9 Ûsiv ji bavê xwe re got: “Ew kurên min in. Xwedê ew li vir dan min.” Îsraêl got: “Wan bîne ba min ku ez wan pîroz bikim.”
Xwarineke bilezet a ku ez jê hez dikim çêke û bîne ez bixwim. Beriya ez bimirim, ezê te pîroz bikim.”
Hêrsa Aqûb li wê rabû û got: “Ma ez dikarim cihê Xwedê bigirim ku nahêle tu zarokan bînî?”
Piştre Esaw serê xwe rakir, li jin û li zarokan nêrî û got: “Ev kesên bi te re kî ne?” Aqûb got: “Ev zarokên xulamê te ne ku kerema Xwedê ne.”
Duwanzdeh eşîrên Îsraêl ev in. Çaxê bavê wan ew pîroz kirin, wî ev li ser wan got. Wî li gorî her yekî ew pîroz kirin.
Ev kurên Hêmanê zanyarê padîşah bûn. Li gorî gotina Xwedê, ji bo ku pişta wî xurt bikin, ev kur jê re hatibûn dayîn. Xwedê çardeh kur û sê keç dan Hêman.
Zarok ji Xudan mîras in, Berê malzarokê, perrû ye.
Ez û zarokên ku Xudan dane min, ji aliyê Xudanê Karîndar ê ku li Çiyayê Siyonê rûdine, nîşan û îşaretên li welatê Îsraêl in.
Mûsayê zilamê Xwedê, beriya mirina xwe gelê Îsraêl pîroz û bereket kir
Bi baweriyê, Aqûb li ber mirinê ji bo herdu kurên Ûsiv duayên qenc kirin, «pala xwe da serê gopalê xwe û perizî Xwedê.»
Hanna bi zaro ma û kurek anî. Wê got: “Min ew ji Xudan xwestiye” û navê wî kir Samûêl.
Min ji bo vî kurikî lava kiribû û Xudan ew da min.