7 Çaxê ez ji Paddanê vedigeriyam, Rahêl li welatê Kenanê, hê beriya ku em bigihîjin Efratê, di rê de li ba min mir. Ez pir li ber wê ketim û min ew li wir, li ser riya Efratê –Bêtlehemê– veşart.”
“Lê tu, Bêtlehema Efrata! Tu di nav binemalên Cihûda de biçûk î, Lê ji bo min wê serwerê gelê Îsraêl ji nav te derkeve. Koka wî ji demên berê û rojên qedîm ve ye.”
Navê wî Elîmelek bû, navê jina wî Naomî bû, navên kurên wî jî Mahlon û Kîlyon bûn. Ew ji Bêtlehema Cihûdayê, ji binemala Efrat bûn û çûbûn ku li welatê Moavê bijîn.
Li bajarokê Ramatayîmê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, kesekî bi navê Êlqana hebû. Ew ji malbata Sûf, kurê Yerohamê Êlîhûyê Tohûyê kurê Sûfê Efrayîmî bû.
Piştî ku îro tu ji ba min herî, li ser sînorê Binyamînê, li kêleka gora Rahêla li Selsahê, tê rastî du mirovan werî. Wê ji te re bibêjin: ‘Kerên ku tu lê digeriyayî hatin dîtin. Bavê te mitala keran nake, lê ew mitala we dike û dibêje: Ka kurê min li ku ye?’