5 “Niha herdu kurên te yên ku beriya hatina min li welatê Misrê ji te re çêbûne, yên min tên hesibandin. Wekî ku Rûbên û Şimûn ên min in, wê Efrayîm û Minaşşe bibin ên min.
Lê niha ya Aqûb, Afirînerê te, Ya Îsraêl, Xudanê şikil daye te wiha dibêje: “Netirse, çimkî min tu rizgar kirî. Min bi navê te gazî te kir, Tu yê min î.
Xudanê Karîndar dibêje: “Di roja ezê kifş bikim de, wê bibin milkê min bi xwe. Çawa ku mirov kurê xwe yê jê re xizmetê dike diparêze, ezê jî wan biparêzim.