2 Gava ji Aqûb re got: “Va ye kurê te Ûsiv tê ba te,” Îsraêl xwe da hev û li ser nivînan rûnişt.
Piştî demekê ji Ûsiv re got: “Bavê te nexweş e.” Ûsiv herdu kurên xwe Minaşşe û Efrayîm hildan û da rê.
Aqûb ji Ûsiv re got: “Xwedayê Karîndar li Lûzê, li welatê Kenanê li min xuya bû, ez pîroz û bereket kirim
Min ji wan re got ku destê Xwedayê min ê qenc li ser min e. Min gotinên ku padîşahê min ji min re gotibûn jî, ji wan re got. Wan got: “Em rabin û ji nû ve ava bikin.” Ji bo vî karê baş zend û bendê xwe ba dan.
Di dema bêtaqetiyê de, Xudan ji bo wî dibe destek, Di nexweşînê de ji bo wî tîne sihet.
Lawo, heke dilê te şehreza be, Wê dilê min jî şa be.
Bi kurtî, bi Xudan û bi qeweta karîna wî bi hêz bibin.
Li Yêşû emir bike. Wî hêzdar û wêrek bike. Çimkî wê li pêş vî gelî tê re derbas bibe. Ewê jî bike ku ev gel welatê tê bibînî, ji xwe re bike milk.’
Di vê navberê de Yonatanê kurê Şawûl rabû çû Horeşê ba Dawid û bi navê Xwedê hêz da wî.