9 Niha bilezînin herin ba bavê min û jê re bêjin: ‘Kurê te Ûsiv wiha dibêje: Xwedê ez kirim xweyê tevahiya Misrê. Paşê lez bike were, dereng nemîne.
Tê li herêma Goşenê rûnî. Tu, kurên te, neviyên te, pez û dewarên te, her tiştê te, hûnê li nêzîkî min bin.
Hemû rûmeta ku li Misrê didin min û her tiştê ku we dîtiye, ji bavê min re bêjin. Bi lez bavê min bînin vir.”
Îcar Ûsiv şand pey bavê xwe Aqûb û hemû mirovên xwe, da ku bên ba wî. Hemû bi hev re heftê û pênc nefs bûn.