Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Destpêk 45:3 - Kurmanji Încîl

3 Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez Ûsiv im! Ma bavê min hê jî dijî?” Lê birayên wî nikaribûn bersiva wî bidin. Çimkî li ber wî bûbûn kevir û mabûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Destpêk 45:3
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

De werin em wî bikujin û bavêjin bîrekê. Emê bêjin heywanekî hov ew xwar. Paşê emê bibînin ka xewnên wî çawa pêk tên.”


Ji hev re got: “Bi rastî em ji ber birayê xwe tên cezakirin. Gava wî ji bo jiyana xwe ji me re lava dikir, me dît ku çi eziyetê dikişîne lê me guh nedayê. Ev tengasî ji ber vê yekê hat serê me.”


Rûbên li wan vegerand û got: “Ma min ji we re ne got: ‘Li dijî kurik gunehkariyê nekin’? Lê we guhdarî nekir! Va ye niha li hesabê xwîna wî tê pirsîn.”


Piştî ku Ûsiv li rewş û xatirê wan pirsî wiha got: “Bavê we yê kal ê ku we behsa wî kiribû çawa ye? Hê dijî gelo?”


Loma ez li ber wî ditirsim, Çiqas difikirim ewqas dikevim sawê.


Niha, gava hat serê te, tu xemgîn dibî, Gava dest li te dikeve, tu dişikî.


“Ezê ruhê kerem û lavakirinê birijînim ser Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê ku li min, li yê ku wan qul kirine binêrin. Wê mîna kesekî ku şîna kurê xwe yê tenê dike, şînê bikin. Wekî kesê ku ji bo kurê xwe yê pêşî êşê dikişîne, wê êşê bikişînin.


Çimkî hemûyan jî ew dîtin û bizdiyan. Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»


Gava Şimûn-Petrûs ev dît, wî xwe avêt ber çokên Îsa û got: «Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im.»


Di çûyîna cara diduyan de, Ûsiv xwe bi birayên xwe da naskirin û eslê Ûsiv ji Firewn re kifş bû.


Şawûl pirsî û got: «Ya Xudan, tu kî yî?» Wî jî got: «Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê.


Va ye, ew bi ewran re tê. Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî. Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin. Erê. Amîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ