Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Destpêk 40:8 - Kurmanji Încîl

8 Wan got: “Me herduyan xewn dît, lê kesê ku şirove bike tuneye.” Ûsiv ji wan re got: “Ma şirovekirin ne karê Xwedê ye? Kerem bikin, xewnên xwe ji min re bêjin.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Destpêk 40:8
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Sermeyger xewna xwe ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de, min li pêş xwe mêwek dît.


Ûsiv ji Firewn re got: “Herdu xewnên Firewn yek in. Xwedê Firewn ji tiştê ku wê bike haydar kir.


“Heke li ba wî milyaketek, Ji hezar milyaketan yek bi navbeynkarî hebe Ku ya rast ji mirovekî re eşkere bike,


Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin, Ew wan haydar dike ji peymana xwe.


Heke hinek ji we re bêjin: “Bi sêrbaz û ruhan bişêwirin ku dikin pistepist û mirînî,” ji wan re bêjin: “Ma hewce nake ku miletek ji Xwedayê xwe şîreta bixwaze? Mirov qet ji bo zindiyan bi miriyan dişêwire?”


Daxwaza padîşah gelek giran e. Ji bilî îlahên ku di nav mirovan de najîn, tu kes tuneye ku vê yekê ji padîşah re eşkere bike.”


Daniyêl ji padîşah re got: “Sira ku padîşah xwestiye, tu şehreza, falbaz û sêrbaz nikare eşkere bike.


Lê li ezmanan Xwedayek heye ku siran vedike. Wî ji Nebûxadnessarê Padîşah re gotiye ka wê di rojên pêş de çi bibe. Xewn û dîtiniyên ku te di nav nivînan de dîtine, ev in:


wî ji wan re got: “Min xewneke xerab dît, ruhê min tengav bû. Dixwazim hûn xewna min şirove bikin.”


Padîşah ji Daniyêl re got: “Bi rastî Xwedayê we Xwedayê Herî Mezin, xweyê padîşahan û yê ku siran eşkere dike bixwe ye! Çimkî te ev sir vekir.”


Piştre Daniyêl hat ba min. Navê wî yê din Bêlteşassar e ku ji navê îlahê min tê. Ruhê îlahên pîroz pê re ye. Min xewna xwe jê re got.


Min bihîst ku tu dikarî şirove bikî û siran vekî. Niha heke tu vê nivîsê bixwînî û şirove bikî, wê kincên binevşî li te bên kirin û gerdeniya zêrîn bixin stûyê te. Tê li welêt bibî serwerê sisêyan.”


Bi rastî, bêyî ku sira xwe ji xulamên xwe Û ji pêxemberan re nebêje, Reb Xudan tiştekî nake.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ