7 Wî ji karmendên Firewn ên ku li mala malxweyê wî, pê re di girtîgehê de bûn pirsî û got: “Çima îro mirûzê we tirş e?”
Serê sibê Ûsiv hat ba wan û dît ku ew bikeder bûn.
Wî ew sê rojan avêtin zîndanê.
Yonadav ji Amnon pirsî: “Ya kurê padîşah, tu çima wisa roj bi roj dihelî? Ji min re nabêjî?” Amnon got: “Min dil berdaye xwişka ji dêmariya xwe Tamarê. Tu jî dizanî ew xwişka birayê min Avşalom e.”
Padîşah ji min re got: “Tu ne nexweşî, çima wisa xemgîn î? Gelo derdekî te heye?” Ez gelekî tirsiyam.
Îsa ji wan re got: «Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?» Ew bi xemgînî rawestan
Mîxa got: “We îlahên ku min çêkiribûn û kahinê min birin! We çi ji min re hişt? Hûn çawa ji min re dibêjin: ‘Te xêr e?’”
Rojekê Êlqana dîsa jê re got: “Hanna tu çima digirî û nan naxwî? Tu çima wisa xemgîn î? Ma ez ji te re ji deh kuran ne çêtir im?”