3 Wî ew li mala fermandarê parêzvanan, zîndana ku Ûsiv tê de bû, hepis kir.
Îsmaîliyan Ûsiv biribû Misrê. Potîfarê Misrî yê ku karmendê Firewn û fermandarê parêzvanan bû, Ûsiv ji wan kirî.
Xweyê Ûsiv rabû, ew avêt zîndana girtiyên padîşah û Ûsiv li wir di zîndanê de ma.
Serekê zîndanê, hemû girtiyên di zîndanê de xistin bin destê Ûsiv û ew ji hemû tiştên li zîndanê berpirsiyar bû.
Serekê zîndanê tevli karên Ûsiv nedibû. Çimkî Xudan bi Ûsiv re bû û di her karê ku dikir de ew bi ser dixist.
Fermandarê parêzvanan, Ûsiv da ber destê wan. Ew demekê di girtîgehê de man.
Carekê Firewn ji xizmetkarê xwe hêrs bû, wî ez û sernanpêj li mala fermandarê parêzvanan hepis kirin.