18 Ji Henox re Îrad çêbû. Îrad bû bavê Mehûyaêl, Mehûyaêl bû bavê Metûşaêl û Metûşaêl jî bû bavê Lamex.
Esaw jinên xwe ji keçên Kenanî anîn: Edaya keça Elonê Hîtîtî, Oholîvama keça Ena ya neviya Sîvonê Hîwî
Qayîn çû ba jina xwe, jina wî bi zaro ma û Henox anî. Wê gavê Qayîn bajarek ava dikir. Wî navê kurê xwe Henox li bajêr kir.
Lamex du jin ji xwe re anîn. Navê yekê Eda û navê ya din Sîlla bû.
Gava Henox şêst û pênc salî bû, kurê wî Metûşelah çêbû.
Gava Metûşelah sed û heştê û heft salî bû, kurê wî Lamex çêbû.