9 Di vê malê de kes ji min mezintir tuneye. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Çimkî tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?”
Xwedê di xewnê de jê re got: “Erê, ez dizanim te ev bi dilekî pak kir, loma jî min tu parastî ku tu li dijî min guneh nekî. Ji ber vê yekê min nehişt ku tu destê xwe bidî wê.
Avîmelek gazî Îbrahîm kir û jê re got: “Te çi bi me kir? Min çi neheqî bi te kir ku te ev gunehê mezin anî serê min û padîşahiya min. Te tiştê nebûyî bi min kir.”
Waliyên beriya min li ser gel bûn bar û ji wan, ji bilî nan û şerabê, 40 şekel zîv jî distandin. Xulamên wan jî bûbûn bela serê gel. Lê ji tirsa Xwedê, min wisa nekir.
Tiştên ku min dît ev in: Jina xerab ji mirinê tehltir e. Ew jin ku dilê wê dafik, Destên wê zincîr in. Zilamê ku bi dilê Xwedê ye, Ji wê direve û rizgar dibe, Lê kesê gunehkar dikeve destê wê.
Her kesê ew dîtin, ew xwar. Neyarên wan got: ‘Em ne sûcdar in, Sedem sûcê wan e! Ew li dijî Xudanê ku mêrga rastiyê ye, Li dijî Xudanê hêviya bav û kalên wan, sûcdar bûn.’
“Heke kesek bi vî awayî guneh û nedilsoziyê li dijî Xudan bike; di tiştekî ku lê hatiye emanetkirin, tiştekî ku danîne ba wî, yan di tiştekî ku hatiye dizîn de cîranê xwe bixapîne yan jî neheqiyê bike
Lê ewê ku nizane û tiştên hêjayî lêdanê kirine, wê hindik lêdanê bixwe. Ji kê re gelek hatibe dayîn, wê gelek ji wî bê xwestin û ji kê re gelek hatibe spartin, wê ji wî bêtir bê xwestin.
Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»