9 Aqûb dua kir û got: “Ya Xwedayê bavkalê min Îbrahîm, Xwedayê bavê min Îshaq, ya Xudan! Te ji min re got: ‘Vegere welatê xwe, ba mirovên xwe, ezê qenciyê li te bikim.’
Ez bi te re me. Li her dera ku tu herî, ezê te biparêzim û te bi şûn de bizivirînim vî welatî. Heta ku ez, wê soza ku min daye te pêk neyînim ez ji te naqetim.”
Ez Xwedayê Bêt-Êlê me, ew cihê ku te lê kêlikek bi rûnkirinê kifş kir û ji min re soz da û got: Niha rabe ji vî warî derkeve û vegere welatê ku tu lê çêbûyî.’”
Qeweta min heye ku ez xerabiyê bi we bikim, lê şeva din Xwedayê bavê te ji min re got: ‘Hay ji xwe hebe! Tiştekî bi Aqûb neke, ne bi başî, ne jî bi xerabî.’
Heke Xwedayê bavê min, ango Xwedayê Îbrahîm û Xwedayê ku Îshaq jê ditirse bi min re nebûya, bêguman tê niha ez destvala bişandama. Lê Xwedê zehmetiya min û keda destên min dît û şeva çûyî hat xewna te.”
Alîkarê te, Xwedayê bavê te ye, Xwedayê Karîndar ê ku te pîroz dike. Ew bi bereketa ezmanên jor Bi bereketa avên bin erdê, Bi bereketa çiçik û zikan te pîroz dike.
Dawid di nava tengasiyeke mezin de bû. Ji ber ku, herkes li ber kur û keçên xwe diket û digot: “Em Dawid bidin ber keviran.” Lê Dawid, bi hêzgirtina ji Xwedayê xwe Xudan,