8 Bihîstin ku dengê Xwedê Xudan, di hênikahiya rojê de, di nav bexçe de digere. Adem û jina xwe, ji hizûra Xwedê Xudan, xwe di nav darên bexçe de veşartin.
Wê bilindciyên perizînê yên Awenê xera bibin, Ew bû gunehê gelê Îsraêl. Wê li ser gorîgehên wan stirî û dirî şîn bibin. Wê ji çiyayan re bêjin: “Me veşêrin!” Wê ji giran re bêjin: “Bi ser me de bikevin!”
Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û gemiyeke ku diçe Tarşîşê dît. Wî heqê riya xwe da û ket gemiyê ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve.
Ew nîşan didin ku daxwaza Şerîetê di dilê wan de nivîsî ye. Wijdana wan jî ji wan re şahidiyê dike, çimkî fikrên wan, an wan sûcdar dikin, an jî carna wan diparêzin;
Xwedayê we Xudan di nav artêşgeha we de ye ku we rizgar bike û dijminên we teslîmî we bike. Loma wê artêşgeha we pîroz be ku Xudan bênamûsiyê di nav we de nebîne û rûyê xwe ji we nezivirîne.
Hingê padîşahên dinyayê, mezinên wê, serekleşkerên wê, dewlemendên wê û hêzdarên wê û hemû mirovên xulam û azad xwe di şkeft û latên çiyan de veşartin.