6 Gava jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, li ber çavan xweş xuya dike û daxwaza zanabûnê dide, wê fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê jî li ba wê bû. Wê fêkî da wî û mêrik jî xwar.
Wî ji Adem re got: “Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir Û ji wê dara ku min ji te re gotibû ‘Divê tu nexwî’ te xwar, Ax ji rûyê te bi nalet bû. Tê di hemû rojên jiyana xwe de Bi zehmetî jê bixwî.
Dema min ji nav talên xiftanek xweşik ê karê Şînarê, du sed şekel zîv û pariyek zêr ê ku giraniya wê pêncî şekel e dîtin, min çav berdayê û min ew birin. Niha ew di nav konê min de, di axê de veşartî ne. Zîv di binî de ye.”
Jina Şîmşon heta roja heftan li ber wî giriya. Lê di roja heftan de bersiva mamikê jê re got. Çimkî ew gelek bi ser wî de hatibû. Jinikê rabû bersiva mamikê ji xortan re got.