22 Piştre Xwedê Xudan got: “Niha Adem bûye yekî mîna me, bi qencî û xerabiyê dizane. Êdî divê destûr neyê dayîn ku ew destê xwe dirêjî fêkiyê dara jiyanê bike, jê bixwe û her û her bijî.”
Xwedê got: “Em mirovan di sûretê xwe de çêkin ku bişibin me. Bila ew bibin serwerên masiyên avê, teyrên ezmanan, heywanên kedî, hemû afirîdên bi erdê ve dişêlin û seranserê dinyayê.”
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê xwarina ji dara jiyanê ya ku di bihişta Xwedê de ye bidim wî.›»